Wezareta berevaniya Amerîkayê daxwaz ji Kongrêsê kiriye daku 740 miliyar dolar bûdceya sala 2021 ya wezareta berevaniyê bipejrîne.
Li gor jêderên nûçeyan wezareta berevaniya Amerîkayê li ser hevkariyên xwe yên bo hêzên pêşmerge berdewam dibe û biryar daye ji bûdceya 2021an ya xwe bi qasî 47 miliyon dolar bo hêzên pêşmerge dabîn bike.
Ji aliyeke din ve hate zanîn ku wezareta berevaniya Amerîkayê ji heman bûdceyê bi qasî 200 miliyon dolar bo hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê jî dabîn dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin