Îro bi merasimeke fermî ku têde wezîrê derve yê Îraqê Mihemed Elî Elhekîm û berpirsê têkiliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî têde beşdar bûn, nivîsîngeha wezareta derve ya Îraqê hate vekirin.
Ev nivîsîngeh bo pejrandin û qebûl kirin û îmze kirina belgenameyên fermî yên welatiyên Kurdistanê hatiye vekirin û jiniha û pêde welatiyên Kurdistanê bo pejrandin û îmze kirina belgeyên xwe nehewceye serdana Bexdayê bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin