Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê derve yê Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser pêgeha xwe ya fermî derbarê civînê de wisa nivîsandiye;
Îro sêşem 11/2/2020 me pêşwaziya wezîrê derve yê Îraqê Mihemed Elî Elhekîm kir û derbarê pêşhatên dawî yên Îraq û deverê de giftûgo kir û tekez li ser aramiya rewşa Îraqê, ava kirina hikûmeteke giştgîr yaku cîhê rezamendiya piraniya xelkê Îraqê be kir.
Her di heman civînê de têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta fedral nirxandin û me tekez li ser vê yekê kir ku em piştgîriya hikûmetek dikin ku pêbendî mafên destûrî yên herêma Kurdistanê be.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin