Tîmeke rêxistina tendirostiya cîhanê derbazî Çînê bû

vê li gel nûjdarên Çînî bixebite
کوردستان TV
100%

Tîmeke tenduristiyê ya rêxistina tendirostiya Cîhanê (WHO) bo lêkolînên ser vîrusa korona derbazî Çînê bûye

Serokê WHO’yê Tedro Adhanom Ghebreyesus diyar kir ku tîma pêşî derbazî Çînê bûye û ewê di demeke nêz de hin pisporên din jî bişînin herêmê.

Li ber e ku tîma WHO’yê ya bi pêşengiya Bruce Aylward yê ji Kanada bi doktorên Çînî re bixebite.

Karbidestên Çînê didin zanîn ku hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane 900 derbaz kiriye.

Li gor daneyên karbidestên Çînê, vîrusa korona li wî welatî ketiye pirtirê canê 49000 kesan.

Vîrusa korona li Wuhan ya Çînê derketibû û ji wir derbazî 27 welatên din bûbû.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.