Serokwezîr peyameke pîrozbayî pêşkêşî Yekîtiya Nivîskarên Kurd kir

dibêje rola Nivîskarên Kurd roleke diyar û berçave
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Yekîtiya Nivîskarên Kurd kir ku ev jî tekesta vê  peyamê ye;

 

Birêzan Serok û endamên Yekîtiya Nivîskarên Kurd bi minasebeta salvegera damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd, gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we dikim.

Hêviya serkeftin û berdewamiyê bo we dixwazim.

 

Bêgoman Yekîtiya we roleke diyar û bi bandor di nava bizava wêjeyî û rewşenbîriya gelê Kurdistanê de hebûye, bi taybetî di warê parastin û pêşde birina ziman û wêjeya Kurdî de.

Herwiha rola Yekîtiya Nivîskarên Kurd bo berevanî kirin ji mafên demokratîk û neteweyî yên gelê Kurdistanê de nayê jibîrkirin, ku bi berhemên binirx yên xwe xizmeteke mezin pêşkêşî bizava rewşenbîrî ya netewa me kiriye.

 

Hêviya pêşkeftinê bo we dixwazim, û hêvî dikim di karwana pir berhem û bexşîş ya xwe de bo xizmet kirina ziman û wêjeya Kurdî de beredwam bin.

 

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

10.2.2020

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.