Hizbulah rê nade kompaniya gazê were berfire kirin

dibêje hizbulah û Noceba astengin
کوردستان TV
100%

Berpirsekî wezareta petrolê ya Îraqê diyar kiriye ku çekdarên hizbulaha Îraqê û ketîbeyên Noceya rê nadin daku kompaniya Korî vegere wêstgeha gazê ya Ukaz û ev wêtgeha han berfire bike û hêlbirîna gazê li vê navendê zêdetir bike.

Berpirsê wezareta petrolê ya Îraqê eşkere kiriye ku ev çekdarên hizbulah û Noceba li berdem berfiretir û çalaktir kirina wêstgeha Ukaz astengin û ev wêstgeha han jî mezintirîn wêstgeha hêlbirîna gazê ye li Îraqê.

Weke tê zanîn sala 2014an piştî dagîr kirina Enbarê ji aliyê DIŞIê ve prosesa hêlbirînê li vê wêstgehê hatibû westandin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.