Birêveberatiya Polîsê Silêmanî ragihand ku hêzên polîs karîne çar kes ku welatiyên Tirkiyeyêne û xwestine dizî çend dûkanên zêrfiroşî bikin, binçav bikin.
Birêveberatiya polîsê Silêmanî eşkere kiriye ku piştî gehêştina zaniyariyên pêwîst derbarê hatina çar welatiyên Tirk bo qezaya Seyêd Sadiq û hewldana wan bo dizî kirin ji çend dûkanên zêrfiroşiyê, hêzên polîs ketine tevgerê û karîne ev her çar kes binçav bikin.
Polîs eşkere kiriye ku ev her çar kes di dema dizî kirinê hatine girtin û niha dosyeya wan amadeye û vê bo darizandinê ji dadgehê re werin şandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin