Peyvdarê hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê Myles B. Caggins ragihand ku têkiliyên gelek baş di navbera hevpeymaniya cîhanî (HC) û wezareta pêşmerge de hene.
Peyvdarê hevpeymaniya cîhanî Myles B. Caggins eşkere kir ku hîn jî DIŞI maye û kiriyarên xwe yên terorîstî li hin deverên Îraqê didomîne.
Caggins anî ziman ku hevpeymaniya cîhanî berdewam dibe li ser operasiyonên xwe yên li dijî DIŞIê û hevkarî û hemahengiyên xwe yên li gel hêzên pêşmerge didomîne û bihevre şerê dijî terorîstên DIŞIê dikin.
Nav hatî eşkere kir ku ku em dizanîn ku hîn jî DIŞI maye û metirsiye bo ser ewlekariya deverê lewre em weke hevpeymaniya cîhanî liwir dimînin û çalakiyên xwe yên li dijî DIŞIê didomînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin