Îro Serokkomarê Îraqê Berhem Salih piştî ku bi hserdanek gehêşte Hewlêrê, serdana nivîsgeha Serok Barzanî kir û ji aliyê Serok Barzanî ve hate pêşwazîkirin.
Di civînê de Serok Barzanî û Berhem Salih behsa rewşa siyasî ya Îraqê, prosesa ava kirina hikûmeta nû û pîwerdar kirina Serokwezîrê nû kir.
Her di heman civînê de her du alî behsa çawetiya derbas kirina qirîzên niha yên li Îraq, vegerandina aramiyê bo Îraqê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin