Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê li gel balyozê Franseyê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser pêgeha xwe ya fermî derbarê civînê de wisa nivîsad;
Îro pêncşem 6/2/2020 di civînekê de li gel balyozê Franseyê yê li Îraqê Bruno Aubert me behsa guhertinên li Îraq û deverê û berfire kirina têkiliyên navbera Franse û Herêma Kurdistanê kir.
Me herwiha tekez li ser giringiya arambûna rewşa niha ya Îraqê kir û balkêşande ser vê yekê ku em piştgîriya hikûmetek dikin ku pêbend be bi cîhbicîh kirina destûr û ev jihev fêmkirinên ku bo çareser kirina kêşeyan li gel hikûmeta federal hatine holê.
Balyozê Franseyê herwih amadebûna welatê xwe bo bihêztir kirina têkiliyên xwe yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin