Artêşa Sûriyeyê berdewam pêşrewî dike

çar xalên çavdêrî yên Tirkiyeyê jî dorpêç kiriye
کوردستان TV
100%

 

Di çarçoveya operasiyonên artêşa Sûriyeyê yên li dijî cîhadiyan li Îdlib û derdorê, duhê bi şev û îro jî êrîşên artêşa Sûriyeyê dom kirin.

Jêderên ji herêmê behsa vê yekê dikin ku duhê bişev di encama topbaran kirina hin deverên di destê cîhadiyan de ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve hijmarek cîhadî hatine kuştin û leşkerekî Tirkiyeyê jî hatiye kuştin.

Herwiha hate zanîn ku Tirkiye jî bersifa topbarana Esed daye û di encam de çend leşkerên Sûrî jî hatiye kuştin.

Herwiha tê gotin ku artêşa Sûriyeyê çar xalên çavdîriya leşkerî yên Tirkiyeyê yên li nêzî Seraqîb dorpêç kiriye û kariye rêya navnetewî jî kontrol bike.

Weke tê zanîn duhê Serokê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan gef li Sûriyeyê kiribû ku eger heta dawiya meha Sibatê ji Îdlibê venekêşe vê demê Tirkiye artêşa Esed ji Îdlibê derbixe.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.