Li Necefê êrîşî ser Xwepîşanderan hate kirin

11 kesên din jî birîndar bûne
کوردستان TV
100%

Îşev li bajarê Necefê bi çek êrîşî ser Xwepîşanderên li Necefê hate kirin û li gor zaniyariyên destpêkê herî kêm 3 Xwepîşander hatine kuştin û 11 xwepîşanderên din jî birîndar bûne.

Jêderên ji Necefê behsa vê yekê dikin ku alîgirên Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir yên ku heta beriya çend rojan di nava xwepîşanderan de bûn û piştî gotara Sedir dev ji xwepîşandanê berdane, êrîşî xwepîşanderan kirine.

Ev alîgirên Sedir bi komşîn tên nasîn û bi çek êrîşî ser xwepîşanderan dikin.

Şer û pevçûn li Necefê hîn jî didome û tê gotin ku jiber xedariya birîna hinek ji birîndaran tê payîn ku hijmara miriyan zêdetir bibe.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.