Mesrûr Barzanî û balyozê Amerîkayê behsa rewşa Îraqê kirin

tekez li ser giringiya domandina hevkariyên hevpeymaniya cîhanî bo pêşmerge kirin
کوردستان TV
100%

Êwara îro çarşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Îraqê  Matthew Tueller kir.

Di civînê de Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê behsa rewş û pêşhatên dawî yên Îraq û deverê kirin.

Her du alî tekez li ser giringiya aram kirina rewşa Îraqê û ava kirina hikûmetek ku reforman bike, nunerê tevahiya pêkhateyan be û bikarêbe bersifa daxwazên xelk bide, têkiliyeke baş li gel hikûmeta Kurdistanê hebe û li ser esasê hevsengiyê têkiliyên xwe li gel welatên cîran û civaka cîhanî çê bike kirin.

Di dawiya civînê de tekez li ser giringiya domandina hevkariyên hevpeymaniya cîhanî bo hêzên pêşmerge hate kirin.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.