Îro Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Matthew Tueller û şandeke pê re kir.
Di civînê de behsa rewş û pêşhatên dawî yên Îraqê, prosesa siyasiya Îraqê û pîrwerdar kirina Serokwezîrê nû yê Îraqê hate kirin.
Her di heman civînê de Serok Barzanî û Tueller tekez li ser çareser kirina kêşeyan û cîhbicîh kirina daxwazên Xwepîşanderan kirin.
Di berdewamiya civînê de her du alî nêrînên xwe yên derbarê pêşeroja gelê Kurd li Sûriyeyê anîn ziman û Tueller rola Serok Barzanî ya bo lihev nêz kirina aliyên siyasî yên Kurd li Sûriyeyê bi girîng wesif kir.
Di dawiya civînê de tekez li ser bihêztir kirin û domandina têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin