Naveroka hevdîtina Serokwezîr li gel kanala Franc24

emê xwestekên xelkê xwe cîhbicîh bikin
کوردستان TV
100%

Birêz Serokwezîrê ez dixwazim derbarê rewşa Bexdayê destpê bikim, çend mehe xwepîşandan didomin, niha Serokwezîrekî nû hatiye pîwerdarkirin ku Mihemed Elawiye, herwiha daxwaza hilbijartinên pêşwext tê kirin nêrîna we li ser rewşa niha ya Bexdayê çiye?

-em wisa dibînin ku rewşa niha ya Bexdayê encama hikumraniya xirab ya 15-16 salên derbasbûyî ye, piraniya kesên ku niha xwepîşandanê dikin û li qadanin daxwaza reform, rûbirû bûna gendeliyê û hikûmraniyeke baş dikin, em jî piştgîriya tevahiya wan daxwazên reva yên xelkê dikin. Lê hinek car bernameyên siyasî têkilî daxwazên xwepîşanderan tên kirin û ew yek jî dibe sedema aloztir kirina rewşê. Di rastî de Serokwezîrê berê yê Îraqê birêz Adil Ebdulmehdî tevahiya hewlên xwe da, lê mixabin piştgîriya vî ku hêjayê vî bû bo cîhbicîh kirina bernameya xwe nehate kirin, me wisa hizir dikir ku nav hatî berpirsiyar dibe li hember tevahiya kêşeyên heyî yên welat, hêvî dikim ku piştgîriya Serokwezîrê nû Mihemed Elawî ji aliyê xelk û aliyên siyasî ve were kirin daku serkeftî be.

Gelo tu geşbînî ku ev yek pêk were? Jiber ku xelk ewqas pê ne hêvîdare?

-carê tiştek ne diyare û lazime li bendê bin, bêgoman hinek kes hin ku li dijî berbijêr kirina vî ne, lê hijmareke gelek zêde jî piştgîriya vî dikin jiber vê yekê hêvî dikin ku eger ev bû Serokwezîr, bi temamî pêbendî cîhbicîh kirina destûr be, jiber ku em bawerin ku ev yek daxwaza serekî ya piraniya xelkê Îraqê ye.

Lê daxwaza beşeke zêde ji Îraqiyan û herwiha daxwaza Ayetullah Sîstanî hilbijartinên pêşwexte, gelo hun jî li gêl vê daxwazêne daku xelk bizane ku pêşroja welatê xwe ber bi kûderê ve diçe?

- Her tiştek ku piraniya gelê Îraqê piştgîrî lê bike em jî piştgîrî lê dikin, lê ev yek tenê ne elaqedarî hilbijartinê ye belku elaqedarî tevahiya sîstemê ye ku bûye cîhê dilgiraniyê lazime ew dilgiraniya han li ber çav werin derbaskirin, lazime hikûmeteke giştgîr û piralî hebe û nuneratiya xelkê bike, lewre lazime hilbijartina pêşwext jî bo vê yekê be.

Gelo eger ev yek pêk nehat hun pêşbîniya têkçûna dewleta Îraqê dikin?

-Bi rastî nizamin hêvî dikim wisa nebe, hêvî dikim çareserek hebe bo ev xelkê ku gelek êş û azar kêşaye.

Hikûmeta we bo dîtina çareseriyan bo kêşeyan li gel Bexdayê di giftûgoyê de bû, bi taybetî derbarê kêşeya petrolê de, mimkune jiber wan aloziyan danûstandinên we hatibin rawestandin û ti lihev kirinek li holê de nebe?

- Belê ev yek raste, di destpêka destbikar kirina kabîneya me de, raste rast li gel tîmeke bihêz û çend pêşniyarên curbicur me serdana Bexdayê kir. Em li ser danûstandinên xwe li gel birêz Ebdulmehdî û kabîneya vî berdewam bûn û em gehêştin bi çareseriyeke baş û li bendê bûn bigehêjin qonaxa dawî ya lihev kirinê, em bawer bûn ku ev yek li gor berejwendiyên Îraq û Kurdistanê de bû, lê mixabin rewşa Îraqê hevkarî nekir, jiber vê tevahiya têştan hatin rawestandin, hêvî dikim hikûmet û Serokwezîrê nû pêbend be bo bidawî kirina qonaxa gehêştin bi rêkeftinê, ku em bawerin di berejwendiya tevahiya gelên Îraqê deye.

Bê goman niha behsa vekêşana hêzên Amerîkî tê kirin piştî kuştina Qasim Silêmanî ji aliyê Amerîkayê ve, ez bawerim tu li dijî vekêşîna hêzên Amerîkî, gelo bawer dikî Amerîka hêzên xwe vekêşe, gelo ev yek ne cîhê dilgiraniya we ye?

-Amerîka û hêzên din yên hevpeymanan li ser daxwaza fermî ya Îraqê li wiring, di şerê dijî DIŞIê de ew gelek hevkariya hêzên Îraqê û hêzên pêşmerge kirine, jiber vê yekê em di vê baweriyê dene ku mayîna wan hîn jî pêwîste, jiber ku DIŞI hîn jî metirsiyeke mezine û bi temamî nehatiye jinavbirin. DIŞI xudan karînê xwe birêxistin kirin û êrîş kirinê ye, li çend deveran êrîş pêk aniye. Bê goman biryara vekêşanê biryareke yek alî bû ku ji aliyê parlementoya Îraqê ve hate derxistin, ev di derxistina biryarê de lez kirin, hêvî dikim mekanîzmek hebe ku hikûmeta Îraq û Amerîkayê û hevpeyman jî pê razî bin bo mayîna hêzên wan li Îraqê, ku em bawerin mayîna wan hêzan pêwîste.

Piştî kuştina Qasim Silêmanî ji aliyê Amerîkayê ve û bersifa Îranê ku navendên leşkerî yên Amerîkî û hevpeymanan kiribû armanc, niha Amerîka behsa anîna pergala berevaniya mûşekî ya Pattiriot dike, gelo li ser vê mijarê li gel we giftûgo kiriye? Tu pê xweşe pergaleke wisa hebe daku êrîşên wisa neyên dubarekirin?

- Amerîka jî weke her hikûmeteke din mafê xwe heye berevanî ji xwe bike, jiber vê yekê eger Amerîka biryar bide ku li cîheke xudan navendeke leşkerî bin, ev mafê Amerîkayê ye û bo berevanî kirin ji xwe çi cure sîstemek datînin ev jî her biryara wan bo xwe ye, lê ev hevpeymanin û di şerê têk birina terorê de hevkar û alîkar bûn li deverê de, jiber vê çendê jî ew li wiring û ev yek jî vedigere bo biryara Amerîkayê û bo xwe biryar didin.

Gelo li ser vê mijarê li gel we axefine?

- Wan behsa danîna pergaleke berevanî ya mûşekî li wir kirin, lê li benda vê yekê ne ku li gel hikûmeta Îraqê jî biaxeftin û rezamendiya hikûmeta Îraqê jî bistînin.

Lê hunê pêşwazî ji pêngaveke bi vê rengî dikin?

- Belê, bê goman lê lazime Bexda jî razî be, eger bi nêrîna me be vê demê em ne li dijî danîna pergala berevanî ya mûşekîne.

Te behsa ji nûve xwe birêxistin kirina DIŞIê kir, nunerê Amerîkayê di hevpeymaniya dijî DIŞIê de behsa vê yekê kir ku hîn jî nêzî 18 hezar çekdarên DIŞIê li Îraq û Sûriyeyê mane, gelo derbarê hijmarê de hun çi dibêjin û texmîna we derbarê hijmara çekdarên DIŞIê de çende?

- Gelek zehmete hijmareke rast û dirost ji te re bêjim, lê zaniyariyên me hene ku hijmara çekdarên DIŞIê nêzî ev hijmare ku te behsa vê dikî, yanê 18 hezar yan zêdetir, ez dikarim bêjim nija hijmara wan zêdetire ji hijmara wan ya sala 2013an beriya ku êrîşên xwe bo ser Îraq û Sûriyeyê destpê bikin û xelafeta xwe ragehînin. Lewre egereke bihêz heye bo dubare serhildana DIŞIê, bi asanî dikarin xwe bi rêxistin bikin û xelkê nû bo nava xwe rabikêşin. Jiber ku tevahiya wan fakterên ku bibûn sedema serhildana DIŞIê û hevkariya xelkê li gel DIŞIê hîn jî mane, mînak hîn jî aramiya siyasî tuneye, xweşgozeraniya abûrî tuneye, aramî û ewlekariyeke bihêz jî tuneye, ew xalên han fakter bûn bo serhildana terorê, bêgoman jiber nebûna wan fakteran ku me behsa wan kir û eger bi cidî jî weke hêza hevpeymaniyê rûbirûyê wan nebin, vê demê gereke bihêze ku DIŞI dîsa serî hilde.

Weke me behs kir niha hevpeymaniya cîhanî dubare dest bi operasiyonên xwe li dijî DIŞIê kiriye piştî ku bo demek ev operasiyon hatibûn rawestandin, gelo hun dixwazin ku hevpeymanî roleke cidîtir bilîze? Tu bo xwe jî beşdarî di konferansa ewlekariya Munihê dibî gelo li wir daxwaza hevkariya zêdetir ji civaka cîhanî dikî?

- Belê bêgoman, lazime bi tundtirîn şêwe rûbirûyê DIŞIê bibin lê niha ev yek zehmete jiber ku niha bi zelalî ti dever ne di destê wan deye. Lewre niha pêdivî bi hemahengiya leşkerî û îstîxbaratî heye, lazime bizanin niha ew li kûderêne daku di warê leşkerî de şerê wan were kirin.

We behsa piratîkê kir, ew yek jî pêdiviya xwe bi hemahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê heye, bi taybetî li wan deverên ku bi deverên kêşe liser tên nasîn, niha boşatiyeke ewlekarî li wan deveran de heye, ev jî jiber vê yekê ye ku hemahengiyeke baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de tuneye, ew li wan deverên sune deye ku beriya niha DIŞI di nava wan de bihêz bû, gelo niha her li wan deveran mişxûlî xwe rêxistin kirin û vegerê ne?

-Ew yek ji wan xalan bû ku li gel Bexdayê me giftûgo li ser dikir û me pêşniyar kir ku lazime hemahengiyeke zêdetir di navbera me de hebe, bi taybetî li deverên kêşe liser, jiber ku niha liwir boşatiyên ewlekarî hene, yek ji sedemên vê jî kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê ye piştî bûyerên sala 2017an, lazime ev deverên han werin parastin, pêşniyara me ew bû ku her du hêzên Pêşmerge û artêşa Îraqê nêzî hev bibin û vegerin ser ev sîstema ku di demên derbasbûyî hebû ku jê re dihat gotin mekanîzma hemahengiya hevbeş, bo ku ev hemahengiyên han dîsa werin destpêkirin bo ku DIŞI nikaribe li wan deveran liv û tevgeran bike.

Gelo ev yek çiqas dikare çaresereke zanistî be di demekê de ku çekdarên şîe jî devereke zêde xistine destê xwe û hinek kes jî dibijên piraniya Îraqê kontrol kirine, gelo ev ne metirsîne bo ser hemahengiya ku tu behsa vê dikî?

-Bila vê yekê eşkere bikim ku ev hêz demên berê şerê DIŞIê kirine, lê em behsa vê yekê dikin ku çawe dikarin pêşî ji dubare serîhildana DIŞIê li deverê de bigirin. Jiber vê yekê lazime li ser her mijarek ku bo vê yekê alîkar nebe, emê hizir li alternatîfê bikin, heta niha baştirîn altirnatîf eve ku artêşa Îraqê û hêzên pêşmerge ev boşatiya han têjî bikin, jiber ku mimkune şêniyên wan deveran dilxweş nebin bi hebûna hêzên din li deverê de.

 

Bê goman beşeke zêde ji wan hêzên ku te behsa wan kir têkiliyên wan li gel Îranê hene, min behsa wan êrîşan kir ku mehek beriya niha piştî kuştina Qasim Silêmanî bo ser deverê hatin kirin, gelo li gor we biryarek baş bû ku Amerîka ev yek cîhbicîhkir?

- Ev biryarê Amerîkayê bo xwe bû ez nikarim bi navê Amerîkayê qise bikim.

Gelo piştî bûyerê, Îran gef li we kir, anjî we giftûgo li gel wan kir daku kêşe çê nebe?

-Me tevahiya hewlên xwe dan bo ku em ji vê kêşeyê dûr bin, Îran cîranê me ye û têkiliyên me li gel Amerîkayê jî başin, Amerîka hevpeymanê me ye em naxwazin ev kêşeyên han mezin bin, anjî şer biqewme, em di vê baweriyê dene ku lazime tevahiya aliyan hewl bo aram kirina rewşê bidin û me jî ev yek kiriye.

Gelo li gor we şerê navbera Îran û Amerîkayê dûre?

- hêvî dikim ti şerek neqewme, jiber ku ne di berejwendiya ti aliyekê deye, li gor berejwendiyên xelkê nabe, em ji aloziya rewşê gelek dilgiranin, jiber vê yekê hêvî dikin tevahiya aliyan hewl bo çareser kirina kêşeyan bidin.

- Nêrîna we derbarê gotinên vê dawî yên Emîndarê Hizbulahê Hesen Nesrullah ku gotibû 2014 dema DIŞI nêzî Hewlêrê bû, bavê we Mesûd Barzanî daxwaza hevkariyê ji Qasim Silêmanî kiriye û gelek dilgiran û peroş bûye bo ku hevkariya vî were kirin( lê Nesrullah ji helwesta Serkirdatiya Kurd ya li hember kuştina Silêmanî dilgiran bû), tu li ser vê yekê çi dibêjî?

-Bi rastî Nesrullah bi gotinên xwe û îslûba xwe bêrêzî li xwe kir, kesek wiha û di pêgeheke wisa de lazime gelek baş bizane ku çawe dibe li ser xelkê din biaxeve. Têştin ku got ne rastin, tişta ku min texmîn nedekir helwesta welatên Erebî bû beramber bi gotinên Nesrullah, ne tenê Kurd belku Ereb jî bi başî bersifa Nesrullah dan, jiber ku kesên ku Serok Barzanî dinasin dizanin ku Serok Barzanî bo xwe raste rast Fermandariya şerê dijî DIŞIê kiriye, û hertim di eniyê şer de bûye û li gel hêzên pêşmerge dijî DIŞIê şer kiriye, di rastî de Serok kesayetiyeke serekî bû ku karî efsaneya DIŞIê têk bibe û DIŞI rastî şikestê bike, bêgoman di destpêkê de rewş gelek aloz bû, erê Îran jî hinek alîkariya me kir bi rêya şandina çek, lê hevkariya ku ew behsa vê dikirin gelek hatibû mezinkirin, me spasiya tevahiya aliyên ku di şerê dijî DIŞIê de hevkariya me kirine kiriye, gelek hêzên hevpeyman jî hebûn ku hevkariya me kirin, lê lazime ev yek were zanîn ku ev tenê pêşmerge bû ku di eniyên şer de şerê DIŞIê dikir û bo têk birina DIŞIê qurbanî da, pêşmerge karî netenê berevanî ji Kurdistnaê belku berevanî ji cîhanê li hember ev metirsiya han bike.

Bilez ez dixwazim behsa rewşa Sûriyeyê bikim, hun dizanin ku di wan demên dawî de alozî di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de serî hildane, rewşa Kurd li Sûriyeyê bo we cîhê dilgiraniyê ye, helwesta we li ser rewşa niha ya Sûriyeyê çiye?

 

  - Em jiber çend sedeman li hember rewşa Sûriyeyê dilgiranin, beriya her tiştekî em nebawerin ku şer û rûbirû bûna leşkerî hevkar be bo vegerandina aramiyê li deverê de bi giştî, dagîrkeriya vê dawî ya Tirkiyeyê jî keşeya han hîn aloztir kir.

Biryareke xirab bû?

- Ez bawer dikim ku nabe hevkar bo vegerandina aştiyeke mayende li deverê de, bi taybetî ku hin aliyên opozîsyona Sûriyeyê jî beşekin ji vê kêşeyê ku ji aliyê xelk û şêniyên deverê ve hatine redkirin, em hemû ji aloztir bûna rewşa deverê dilgiranin, herwiha dilgiranin lihember aware bûna xelkê Sûriyeyê jiber aloziya rewşê, 207 hezar awareyên din ji ber rewş û aloziyên vê dawî ji Sûriyeyê hatine herêma Kurdistanê, ev di demekê deye ku beriya niha jî 250 hezar koçberên Kurd ji Sûriyeyê hatibûn herêma Kurdistanê. Raste xelk ji guhertina demografiya deverê dilgirane, di wan demên dawî de min serdana Enqereyê kir û li gel Erdogan û rayedarên din yên Tirkiyeyê civiyam û gotin ku bi ti awayî demografiya deverê naguherin.

Gelo baweriya te bi wan heye?

- Hêvî dikim guhertina demografî çê nebe jiber ku di berejwendiya ti aliyekê de nabe.

Ez dixwazim behsa rewşa herêma Kurdistanê bikin, xwepîşandanên li Bexdayê dijî gendelî ne û Xwepîşander daxwaza hikumraniya baş dikin, li deverê de gelek xwepîşandan û nerazîbûn hen, li cîhanê de jî ev yek heye, kabîneya we di meha Hezîranê de hat ragihandin gelo nehêştina gendelî ji binî ve çiqasî karê herî lipêş ya we ye bo ku hikumraniyeke baş derxin holê weke ku Kurd û xelkên din jî daxwaz dikin?

- Raste ev diroşmeya kabîneya mine, ku nabe gendelî bimîne, ev di bernameya me deye û me karnameya xwe jî eşkere kiriye, tişta ku lazime bikin reformên giştîne, di warê abûrî, birêvebirina hikûmet, birêvebirina baş, rûbirû bûna gendeliyê jî karê herî lipêş ya me ye. Em bo rawestandina gendeliyê serkeftî bûn, wenêrînê bo her kareke şaş dikin ku mimkune di demên derbasbûyî de hatibe kirin. Ez bawerim heta niha gelek serkeftî bûne, lê ev yek proseseke dûr û dirêje, em jî pêbendî vê yekê ne ku şerê dijî gendeliyê bikin. Hêvî dikim ku şefafiyeteke zêdetir pêşkêşî xelkê bikin ku rastî bo xelkê gelek pêwîste û xelk hêjayê vê ye ku xudan hikûmeteke şefaf be, lazime baweriyê biafirînin, bi awayek ku hikûmet di xizmeta xelkê de be, û xelk jî bawerî bi tişta ku bo wan tê kirin bike, ez pir bawerim ku me gelek tiştên baş kiriye, lê hîn jî gelek tiştên din yên baş mane ku werin kirin, lê ez niha bi encaman gelek keyfxweşim.

Pirsa min ya dawî derbarê refrandûma serxwebûnê ye ku beşeke zêde ji xelkê dibêje ev yek karekî baş nebû, ne weke pirensîb belku di warê demê de dibêjin dem baş nebû, hinek ji welatên cîhanê, welatên cîran û welatên hevpeymaniyê jî wisa digotin, di encama refrandûmê de şerê li gel Bexdayê destpê kir, niha wisa diyare ku xewna serxwebûna Kurdistanê pirsek nebe ku di pêşerojeke nêz de biqewme?

- Gelo pirsa te çi bû?

Gelo refrandûm şaş ne bû?

- Ne bi ti awayî, qet şaş nebû, beriya her tiştekî me refrandûm kir daku bizanin xelkê me daxwaza çi dike, ev proseyeke demokratîk ya bo diyar kirina daxwaza xelkê bû, xelk tenê nêrîna xwe derbarê xwestekên xwe de diyar kir, ev ne ragihandina serxwebûnê bû, eger bi rastî biaxefin ev tenê diyar kirina nêrîna xelkê bû, xelk diyar kir ku daxwaza çi dike. Me deriyên xwe bo giftûgo kirin li gel Bexdayê vekirî hêştibûn, lê mixabin tişta ku derqanûnî bû helwesta Bexdayê bû ku hêza leşkerî li dijî proseseke demokratîk bikar anî. Kurdistan li gor destûrê beşek bû ji Îraqê û me jî serxwebûn ranegihandibû, na refrandûm şaş ne bû. Belku tenê diyar kirina xwesteka xelkê bû, sedem jî hebûn bo refrandûmê, ku yek ji wan jî siyasetên şaş yên Bexdayê yên li hember gelê Kurd bû, ku çawe Kurd hatibûn perawêz xistin û jibîrkirin, bêgoman me hertim gotiye destû heye, lazime Bexda bi temamî cîhbicîh bike,baweriya me eve ku cîhbicîh kirina destûrê bi temamî sedemeke serekiye bo ku em li gel Bexdayê bihev re bin û welat awedan bikin, lê mixabin Bexda hevbeşiya me qebûl nekir û me jî got em naxwazin werin perawêzxistin û bi kêm li me were mêzekirin, jiber ku têkiliyên me li gel Bexdayê li ser esasê hevbeşî û dabeş kirina desthilatê hatibûn danîn, rastî her tim Bexda amade bûye, me jî rastiya dever û cîhanê fêm kiriye, em jî bo danûstandinê û giftûgo kirin li ser çawetiya sazmandehî kirina têkiliyên xwe çûne Bexdayê û diyalog kiriye. Di rastî de Kurd destûr binpê nekir belku rejîma berê ya Bexdayê destûr bin pê kir û Kurd neçar kir ku refrandûmê bike.

We behsa helwesta Bexdayê kir, gelo derbarê helwesta cîranên xwe, hevpeyman û dostên xwe çi dibêjî,  ji Amerîkayê destpê bikim, Amerîka piştgîriya we nekir, we bicîh hêştin?

- Raste mixabin ev piştgîriya me nekirin.

 

 

   Mimkune jiber vê yekê be ku şaş bûye?

- Ez ne bawerim ku refrandûm şaş bûbe, ez bawerim ev şaştî kirin ku piştgîrî nekirin, jiber ku berejwendî roleke mezintir lîstin li hember nirx û pirensîban, bûyer bi vê rengî bûn, ez bawerim ku Kurd bi ti awayî kareke şaş ne kiriye.

Gelo Bawer dikî Kurdistan bibe welateke serbixwe ?

- Bawer kirin bi xwestek û xeziyan tişteke û rastî jî tişteke dine, îro armanca me eve ku têkiliyên me li gel Bexdayê baş bin, daku bikaribin destkeftên zêdetir bo xelkê Kurdistan û Îraqê dabîn bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî gelek spas bo pêşwaziya we li Selahedînê li nêzî Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê, spas bo we jî ku bînerên vê hevdîtinê bûn.

 

 

 

 

 

 

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.