Pentagon: Balefirên me amade ne

6 balefirên B-52 li Hindistanê ne
کوردستان TV
100%

Beriya niha hatibû diyar kirin ku hikûmeta Amerîkayê di çarçoveya aloziyên xwe yên li gel Îranê de, 6 balefirên cureya B-52 yên taybet bi bordiman kirinê ku dikarên çekên etomî jî hilgirin, dişîne Hindistanê.

Li ser vê mijarê duhê bi şev rayedarekî wezareta berevanî ya Amerîkayê ( Pentagon) ji kanala CNN re got ku ev her 6 balefirên B-52 li girava Deigo Garcia ya Hindistanê yaku 4 hezar km ji Îranê dûre amadene.

Ev rayedar behsa vê yekê kiriye ku armanc ji şandina wan balefiran û amade kirina wan, îhtîmala zêdetir bûna aloziyên navbera Îran û Amerîkayê ye.

Nav hatî eşkere kiriye ku ev balefir li deverekê de hatine bicîhkirin ku ti mûşekeke Îranî nikare bigehêje wan.

Weke tê zanîn piştî kuştina Qasim Silêmanî di destpêka sala 2020 an de aloziyên navbera Îran û Amerîkayê zêdetir bûne.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.