Li Çînê hijmara miriyan zêde bûye

nêzî 25 hezar kes jî tên dermankirin
کوردستان TV
100%

Hikûmeta Çînê derbarê zirarên vîrosa Koronayê de daxuyaniyek weşand û di daxuyaniyê de diyar kiriye ku heta niha bi giştî 491 welatî jiber vîrosa Koronayê canê xwe ji dest dane.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de behsa vê yekê hatiye kirin ku heta niha 24 hezar û 324 welatiyên din jî bi vîrosê ketine û derman kirina wan didome.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku di nava 24 seatên dawî de bi giştî 65 welatiyên din jiber vîrosê canê xwe ji dest dane.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.