Guhertina demografiya Efrînê didome

malbetên cîhadiyan li Efrînê tên bicîhkirin
کوردستان TV
100%

Dewleta Tirk guhertina demografiya Efrînê didomîne. Dagirker şêniyên resen didin koçberkirin û li şûna wan malbatên çeteyan ên ji Idlibê bi cih dikin.

Li gorî çavkaniyên ji navçeya Bilbilê ya Efrînê, 800 malbatên ji Idlibê li navçeyê hatine bicihkirin. Çeteyên Bazên Bakur û Sultan Murad malbatên ji Idlibê bi cih dikin.

Malbatên çeteyan li navenda navçeyê û gundên Bêlan, Qurnê, Hiyame, Seriya, Bîkê, Qestelê Xidirya û Hesen Dêra hatine bicihkirin.

Çeteyên dewleta Tirk bicihbûna malbatên xwe li malên şêniyên resen ferz dikin.

Çavkaniyên herêmî ragihand ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker 55 malbatên nû yên ji Idlibê li gundê Tirindê yê girêdayî navenda bajarê Efrînê, 86 malbatên çeteyan li gundê Birc Heyder ê navçeya Şêrawa, 2 malbat li gundê Istêr ê girêdayî navenda bajêr, 240 malbat li gundê Eyndarê, 85 malbat li gundê Kifêrê yê girêdayî navenda Efrînê , derdora 66 malbat li gundê Îska yê navçeya Şêrawa, 57 malbat li gundê Kefer Zêtê yê Cindirêsê, 24 malbat li gundê Coqê yê girêdayî navenda Efrînê, 62 malbat li gundê Babilêtê yê girêdayî navenda bajêr, 45 malbat li gundê Til Tewîl yê girêdayî navenda bajêr û 38 malbatên çeteyan li gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa bi cih kirin.

REVANDINA SIVÎLAN Û XWESTINA FÎDYEYÊ

Li gorî çavkaniyekî ji herêma Racoyê, çeteyên artêşa Tirk a dagirker gelek sivîlên Efrînê revandin û ji bo serbestberdana wan fîdye xwest. Li gorî çavkanî, Iz El-Dîn Enwer Elî (35) beriya du hefteyan hate revandin û ji şêniyên gundê Hesen Kilkawî yê navçeya Reco ye.

Çeteyan ji bo serbestberdana wan, ji malbatên kesên revandine 300 hezar lîreyên Sûriyê xwest.

Di 1`ê Sibatê de jî çeteyan şêniyên bi navên Eyhan Mihemed Mamo û Heysem Mihemed Mamo yên ji gundê Heyama yê navçeya Racoyê revandin. Heta niha çarenûsa kesên hatine revandin ne diyar e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker beriya çend rojan bazirganekî zeytê ji şêniyên Efrînê revand û piştî ku fîdye wergirtin, kesê revandî kuşt.

Anha

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.