Li gor çapemeniya Tirkiyeyê duhê bi şev li ser rêya navbera bajarê Wanê û bajarokê Baxçeseray reniya berifê ( aşût) bi ser mînî pasek de ketiye.
Jêder behsa vê yekê dikin ku piştî hewldanên aliyên têkildar û şêniyên deverê, ev mînî pas di bin reniyê de hatiye derxistin û di encama bûyerê de 5 welatî canê xwe ji dest dane.
Her di heman bûyerê de 6 welatiyên din jî ku bi sivêkî birîndar bibûn hatine rizgarkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin