Mesrûr Barzanî: Em piştgîriya daxwazên reva yên xelkê Îraqê dikin

dibêje bûyer jiber şaştiyên siyasî yên salên derbasbûyî ne
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku, ev bûyerên li Bexda û bajarên din yên Îraqê diqewmin, encama siyasetên şaş ya îdare kirina Îraqê di salên derbasbûyiye.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvîneke xwe ya li gel kanala Franc24 de eşkere kiriye ku em piştgîriya daxwazên reva yên xelkê Îraqê dikin û hêvî jî dikin ku xelk û aliyên siyasî yên Îraqê piştîvaniya berbijêrê nû yê Serokwezîriya Îraqê bikin.

Mesrûr Barzanî eşkere kiriye ku beşeke herî zêde ji xwepîşanderên Îraqî daxwaza reform û nehêştina gendeliyê li welat de dikin û em piştgîriya wan daxwazên reva dikin, lê hinek aliyên siyasî bernameya xwe ya siyasî xistine nava daxwazên xwepîşanderan ku ev yek jî bûye sedema aloztir kirina rewşa heyî.

Mesrûr Barzanî diyar kiriye ku Serokwezîrê berê yê Îraqê Adil Ebdulmehdî bo çareser kirina kêşeyên heyî tevahiya hewlên xwe bi tevger kiribû lêbelê aliyên siyasî yên Îraqê piştgîriya vî nekirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.