Şanoya bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Sibatê eşkere kiriye

heta dawiya mehê çalakî berdewam dibin
کوردستان TV
100%

Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha sibatê eşkere kiriye. Di meha sibatê de lîstikên “Tartuffe”, “Xwezgînî”, “Dawiya Dawî” û “Xewna Şeveke Havînê” wê derkevin ser dikê.

Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya lîstikên şanoyê ya meha sibatê aşkere kiriye. Seranserî meha sibatê dê lîstikên wek “Tartuffe” ya Molîêre-î, lîstika “Xwezgînî” ya Şaliko Bêkesî, lîstika “Xewna Şevek Havînê” ya William Shakespeare-î û stund- upê ya “Dawiya Dawî” ya lîstikvan Ozcan Ateş wê werin nîşandan. Her wiha wê Platforma Sûsma jî panela bi ser mijara “Li bajarên kurdan bandora polîtîkaya qeyûman a li ser çand û hunerê” li dar bixe.

Bernameya lîstikên meha sibatê ku li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê werin pêşandan wiha ye:

“Tartuffe”

7-8-14ê sibatê saet 19.30: Şanoya Bajêr a Amedê.

Nivîskar: Moliere

Derhêner: Ruknettîn Gun

“Xwezginî”

21ê sibatê saet 19.30: Şanoya Bajêr a Amedê

Nivîskar: Şaliko Bêkes

Derhêner: Şaliko Bêkes

Panel

22ê sibatê saet li 15.00an panela Platforma Sûsma

“Li bajarên kurdan bandora polîtîkaya qeyûman a li ser çand û hunerê”

Axaftvan

Şenay Aydemîr/Nivîskara Sînemayê

Firûzengîn/Mala Pêşandanê ya Bereze

Dîcle Anter/Midurê berê yê Sînemaya Yilmaz Guney a Êlihê

Ruknettîn Gun/Şanoya Bajêr a Amedê

Moderator: Ozkan Kuçuk /Nûnerê Platforma Sûsma yê Amedê

“Dawiya Dawî” (Stand Up)

22ê sibatê saet di 19.30an de: Şanoya Bajêr a Amedê

Derhêner: Kemal Gokhan Gurses

“Xewna Şeveke Havîne”

28-29ê sibatê saet di 19.30an de: Şanoya Bajêr a Amedê

Nivîskar: William Shakespeare

Derhêner: Ferhad Feqî

Bianet

 

Şano

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.