Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku jiber pevçûnên Sûriye û Tirkiyê yên li Îdlibê ketiye fikaran.
Berdevikê Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres Stephane Dujarric da zanîn ku ‘’pevçûnên li Sûriyê careke din nîşan dane ku ew bo aştîya herêmî û ya navneteweyî gefan çêdikin’’
Dujarric bi berdewamî diyar kir ku jiber operasyonên hêzên Esad yên li herêma ewle sîvîl têne kuştin û got ku ew jiber rewşa sîvîlan ketine fikaran.
Wî da zanîn ku NY bi awayekî eşkere bang li hemî aliyan dike ku girjiyê daxin.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin