Duhê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel wezîrê derve û wezîrê berevanî yê Beljîkayê Philippe Goffin civiya.
Di civînê de hevdem li gel giftûgo kirin li ser rewş û pêşhatên dawî yên Îraq û deverê, behsa berfiretir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Beljîkayê hate kirin.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya Beljîkayê kir ku weke endameke hevpeymaniya cîhanî di şerê dijî DIŞIê de hevkariya Kurdistanê kiriye û hêzên pêşmerge perwerde kiriye û anî ziman ku hîn jî Kurdistan û Îraq pêdiviya xwe bi domandina hevkariyên navnetewî bo rûbirû bûna terorîstên DIŞIê heye.
Di berdewamiya civînê de behsa kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û hewldanên heyî yên bo çareser kirina kêşeyên han hate kirin û Nêçîrvan Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku Kurdistan dixwaze faktereke aramiyê be li deverê de û em piştgîriya cîhbicîh kirina daxwazên xwepîşanderan dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin