Duhê bişev terorîstên DIŞIê li devera Xurmatûyê du bira refandin û bo cîheke nediyar birin.
Di vê derbarê de jêder behsa vê yekê dikin ku duhê bi şev li ser rêya navbera Kifrî û Zinane terorîstên DIŞIê du welatiyên Kurd ku birayên hevin û navên wan Qanê Celal Îsa û Hêmin Celal Îsaye refandine.
Piştî bûyerê malbeta wan hêzên pêşmerge ji bûyerê agehdar kirine û niha operasiyonên hêzên pêşmerge bo azad kirina wan du birayan li deverê de didomin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin