Xwepîşanderên Îraqî berbijêrê nû jî red dikin

dibêje ev jî hevparê gendeliyê ye
کوردستان TV
100%

Duhê piştî diyar kirina Mihemed Tofêq Elawî bo wergirtina postê Serokwezîriya Îraqê, li Bexda, Besre û çend bajarên din Xwepîşanderên Îraqî dilgiraniya xwe li hember vê yekê diyar kirin.

Xwepîşanderên Îraqê diyar kirin ku ev bi ti awayî qebûl nakin Mihemed Tofêq Elawî bibe Serokwezîrê Îraqê.

Xwepîşander behsa vê yekê dikin ku Elawî pêştir di nava hikûmetê de bûye û em weke Xwepîşander Serokwezîriya vî qebûl nakin.

Xwepîşander tekez li ser domandina xwepîşandanên xwe dikin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.