Duhê Serokkomarê Îraqê Mihemed Tofêq Elawî weke berbijêrê postê Serokwezîriya Îraqê pîwerdar kir.
Mihemed Tofêq Elawî piştî lihev kirina part û aliyên siyasî yên Îraqê, duhê ji aliyê Serokkomarê Îraqê ve bo wergirtina postê Serokwezîriya Îraqê hate diyarkirin.
Elawî jî di yekem pêngava xwe de gotareke vîdyoyî belav kir û tê de ji Xwepîşanderên Îraqî re got ku beriya ku li gel ti aliyekî biaxevim li gel we diaxevim û lazime em bi hevre hewl bo çareser kirina kêşeyên heyî bidin.
Elawî beriya niha du caran weke wezîrê gehandin û veguhastinê di nava hikûmetê de kar kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin