Piştî ku duhê êwarê du ciwan ku yek ji wan korê berpirsekî hêzên Zirêvaniye, li ser ragirtina tirimbîlê di cîheke qedexe de êrîşî ser polîsê hatûçûyê di nava bazarê Hewlêrê de kiribû û birîndar kiribû, wezîrê navxwe Fermana destgîr kirina wan her sê tawanbaran û dest girtin bi ser tirimbîl û çekên wan der kir.
Di destpêka bûyerê de tenê du ciwan jiber êrîş kirine ser polîs hatibûn girtin lêbelê pişt re bavê yek ji wan ciwanan ku berpirsê hêzên Zirêvaniye diçe cîhê bûyerê û tirimbîlê korê xwe yaku ji aliyê polîs ve hatibû destbiserda girtin ji destê polîsê der dixe, pişt re jî wezîrê navxwe fermana girtina vî berpirsê jî dide û niha her sê kes girtîne vê îro bo dadgehê werin şandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin