Laboratora Wessling: Tirkiye çekên kîmiyayî bikar aniye

dibêje laşê wan bi fosfora spî şewitiye
کوردستان TV
100%

Laboratora Wessling ya Swîsî encamên pişkinîn û cerbandinên xwe yên li ser birîndarên Rojavayê Kurdistanê yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve di şerê dagîr kirina Girê Spî û Serê Kanî de birîndar bibûn eşkere kir.

Li gor daxuyaniya navenda Wessling cerbandin û pişkinîn ev yek derxistine û leşê wan birîndaran bi madeyeke kîmiyayî ya qedexe kirî bi navê Fosfora Spî (White phosphorus) hatiye şewitandin.

Navend eşkere kiriye ku ev kesên ku birîndar bûne û pişkinîn li ser wan hatiye kirin jiber bikar anîna fosfora spî birîndar bûne.

Weke tê zanîn di dema şerê dagîrkeriyê de zarokekî Kurd bi navê Mihemed jî ku laşê vî hatibû şewitandin, bi fermana Serok Barzanî bo derman kirinê bo Franseyê hatibû şandin.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.