Civata bilind ya abûriya Kurdistanê civiya

ev yekemîn civana sala 2020 e
کوردستان TV
100%

Îro bi Serokatiya Serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî civata bilind ya abûriya Kurdistanê civiya û piştî civînê Serokwezîrê Kurdistanê derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

Îro duşem 27/1/2020 di civîna yekem ya civata bilind ya abûriya herêma Kurdistanê de rewş û mekanîzma geşe pêdana abûriya niha ya herêma Kurdistanê hate nirxandin.

Di heman civînê de me bi mebesta geşe pêdana abûriya Kurdistanê bi rêya zêde kirina dahat di çarçoveya sazmandehî kirina dahatan, pêşî girtin ji xwe dizîn ji dayîna bacan û kêm kirina xerciyên nehewce,tekez li ser giringiya danîna siyaset û nexşe rêyeke zanistî kir.

Di beşeke din ya vê civînê de me behsa karnameya kabîneya 9an kir ku pir cur kirina çavkaniya dahatê, handan, pêşkêş kirina asankariyên pêwîst bo hêlbirênerên navxweyî, biyanî û afirandina derfeteke goncawtir bo   ,hêlbirêneran di tevahiya waran de armanca herî li pêş ya vê kabîneyê ye  û tekez li ser giringî dan bi kerta çandiniyê û dîtina bazaran bo berhemên navxweyî.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.