Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser pêgeha xwe ya twitterê derbarê salvegera komkujiya Yehûdiyan (Holocaust) peyamek balav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye; Salvegera Holocaust ev yek bi bîra me tîne ku mirovatî bo rawestandina komkujiyan û bibîr anîna qurbaniyan karên gelek zêde kiriye.
Barzanî di berdewamiya peyama xwe de nivîsandiye; Hîn jî rêyeke dûr û dirêj li berdem me deye bo parastina xelkê ku bûye armanc li seraserê cîhanê daku ji komkujiyê were parastin. Lazime bêjin ku nabe bi ti awayî tiştên wisa dubare bibin û ev yek jî bi siyast û danîna mekanîzimin goncaw dibe.
Weke tê zanîn di sala 1941 heta 1925 prosesa komkuj kirina Yehûdiyan destpê kiribû û di encam de zêdetir ji 6 miliyon Yehûdî hatibûn kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin