Lîstikvanê Amerîkî di bûyera ketina helîkopterê de jiyana xwe ji dest da

jiber ketina kopterê canê xwe ji dest daye
کوردستان TV
100%

Îro cîhana Sporê ji ber mirina Efsaneyê Lîstîka Basktabolê Kobe Bryant kete di nava xem û şêniyek mezin de, piştî ku roja Yekşemê firoka wan ya Helîkopter li girên derveyî bajarê li Los Angeles kete xwar.

Polîsê Los Angeles da zanên ku Kobe Bryant yek ji wan pênc kesane yên ku di ketina firokê de jiyana xwe ji dest daye, firoka wan nêzîkî 65 kîlometran dûrî bajarê LA ketiye xwar.

Desthilatdaran derbarê sedema ketina firokê çi horgilî nedan, heta ku neda zanîn kanê rewşa hewayî ya mijdar rol di ketina Helîkopterê de habû yan na.

Kobe Bryant yê navdar bû bi siwariya Helîkopterê ji mal bo yarîgehên sporê li LA da ku xwe ji qelebalixa trafîkê rizgar bike.

Bryant 41 salî bû, ew yek ji meşhurtirîn lîstikvanên lîstîka Basketbalê tê naskirin, wî gelek xelatên qehremanîya Basketbalê li Amerîka wergirtine û sala 2008ê xelatê baştrîn lîsikvan stendî ye.

Voa

 

Basketbolê

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.