YE peymana Brexitê qebûl kir

ta dawiya 2020 vê ji YEê derkeve
کوردستان TV
100%

Seroka komîsyona YE’ê Ursula von der Leyen û Serokê Konseya YE’ê Charles Michel, qanûna ser derketina Brîtanya ji YE’ê qebûl kirin.

Li gor nûçeyeke voayê Von der Leyen pejirandina Peymana Brexitê ji Twitterê ragihand.

Wê da zanîn ku wê û Charles Michel bo peyman li Parlamana Ewrupa pêşkeş bibe îmzayên pêwîst avêtine.

Civata Giştî ya YE’ê dê di 29’ê Çileyê de ser Peymana Brexitê bicive.

Piştî pejirandina li wir û qebûlkirina dîplomatên dewletên li YE’ê, Brîtanya dê bi awayekî fermî di 31’ê Çileyê de ji yekîtîyê derkeve.

Heta dawiya 2020’an London dê li gor biryarên Brukselê tevbigere.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.