Trump dê plana aştiyê ya Rojhilata Navîn eşkere bike

dibêje pilan li gor dilê îsralî û filistînê ye
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîka Donald Trump dê di hefteya pêş de plana aştiyê ya Rojhilata Navîn eşkere bike.

Trump ser plana aştiyê ya Rojhilata Navîn got ku ‘’Ew planeke mezin e û bi rastî dê kêrhatî be.’’

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û rêberê rikeberiya wî welatî Benny Gantz dê di hefteya pêş de li Qesira Sipî bin.

Serokê Amerîka ser Netanyahu û Gantz got ku ‘’Her du jî lihevkirinê dixwazin û dixwazin ku ser aştiyê danûstandinan bikin.’’

Jiber ku Amerîka, Orşelîm wek paytexta Îsraîlê nas kiribû û balyozxaneya Amerîkî biribû wî bajarî, rêberên Filîstînî bertekên tund nîşan dabûn.

Trump dide zanîn ku ger plana aştîyê eşkere bibe,''Filîstînî dê di serî de bertekan nîşan bidin, lê plan bo berjewendiya wan e jî.

Voa

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.