Artêşa Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên girêdayî wî êrişî bajarokê Til Temir yê Rojavayê Kurdistanê kirin.
Şeva borî li bajarokê Til Temir yê Rojavayê Kurdistanê, şerekî giran di navbera şervanên mesîhî yên HSDê û hêzên Tirkiyê de derket.
Li gorî agahiyan, ew şer piştî wê yekê derket ku hêzên Tirkiyê êrişî Til Temirê kirin.
Çavkaniyên HSDê dibêjin, şervanên mesîhî yên wan ku Til Temirê diparêzin, ew êriş şikandine û gelek serbaz û çekdar jî kuştine.
Piraniya xelkê bajarokê Til Temirê mesîhî ne ji ber wê jî şervanên mesîhî yên HSDê wê deverê diparêzin.
Til Temir di navbera Serê Kaniyê û Hesekê de ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin