Çekdarên şîe gef li Amerîkayê dikin

dibêje emê wan neçar bikin ji Îraqê vekêşin
کوردستان TV
100%

Piştî xwepîşandana duhê ya li Bexdayê ya bo der kirina hêzên Amerîkî ji Îraqê, îro her du basikên heşda şebî ketayêb Ehlîheq û hizbulaha Îraqê dîsa gef li Amerîkayê kirin.

Ev her du komên çekdar ku bi alîgirên Îranê tên nasîn diyar kirine ku eger Amerîka hêzên xwe ji Îraqê nevekêşe vê demê ev wisa bikin daku Amerîka neçar be vekêşe.

Duhê jî li ser daxwaza Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir xwepîşandanek li dijî hêzên Amerîkî hatibû organîzekirin û îro jî Serokê komê ketayêb Ehlîheq Qeyis Xezelî jiber organîzekirina xwe pêşandana han spasiya Muqteda Sedir kir.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.