Îro Serok Barzanî pêşwaziya wezîrê weriziş û karûbarên ciwanan ya hikûmeta Îraqê Ehmed Rêyaz Talib kir.
Di civînê de Ehmed Rêyaz Talib spasiya helwest û hewldanên Serok Barzanî bo bihêztir kirina çanda bihevre jiyan û lêbûrînê di navbera pêkhateyên Îraqê de kir.
Di beşeke din ya vê civînê de behsa rewşa siyasî ya Îraqê û daxwazên xwepîşanderan hate kirin û her du alî li ser vê yekê hemfikir bûn ku lazime piştgîriya daxwazên ciwanan were kirin û hewl bo pêşde birina rewşa ciwan û werizişê li Îraqê û Kurdistanê were dayîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin