Nunerên pêkhateyên olî û etnîkî yên li deşta Neynewa û derdorê dibêjin rewşa wan deveran gelek aloze û çekdarên heşda şebî zilim û zordariyê li wan dikin û daxwaza vegera hêzên pêşmerge bo wan deveran dikin.
Nunerên şêniyên deşta Neynewayê ku duhê li gel Serok Barzanî civiya bûn û behsa rewşa deverê kiribûn, daxwaz ji Serok Barzanî kiribûn daku hewl bo vegerandina hêzên pêşmerge bo deşta Neynewayê bide.
Nunerên şêniyên deşta Neynewayê îro jî serdana parlementoya Kurdistanê kirin û li gel komîteya navçeyên Kurdistanî yên dagîrkirî civiyan û di civînê de hevdem li gel giftûgo kirin li ser rewşa wan deveran, tekez li ser vê yekê jî hate kirin ku rewşa deverê gelek aloze, çekdarên heşda şebî zordariyê li şêniyan dikin û ewlekariya wan naparêzin û ji aliyeke din ve jî terorîstên DIŞIê êrîşên xwe didomînin.
Nunerên han diyar kirin ku ev daxwaza vegera hêzên pêşmerge bo deverên xwe dikin jiber ku tenê hêzên pêşmerge dikarin wan bi başî biparêzin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin