Di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên welatên din yên li Davosê de, duhê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê Ermenistanê Armen Sarkissian civiya.
Di civînê de hevdem li gel giftûgo kirin li ser têkiliyên navbera Kurdistan û Ermenistanê, giftûgo li ser têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê, rewşa dawî ya deverê rol û hevldanên aliyên siyasî bo aram kirina rewşê hate kirin.
Di dawiya civînê de jî her du alî tekez li ser berfiretir û bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Ermenistanê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin