Xwepîşandanên li Îraqê didomin û hêzên ewlekarî jî êrîşî xwepîşanderan dikin

hêzên ewlekarî jî êrîşên xwe yên li dijî xwepîşanderan didomînin
کوردستان TV
100%

Îro roja herî dawiye yaku xwepîşanderên Îraqî bo aliyên siyasî bo diyar kirine kesekî serbixwe bo postê Serokwezîriya Îraqê diyar kiribûn.

Di vê çarçoveyê de jî îro li Bexda û piraniya bajarên mezin yên başûrê Îraqê xwepîşandanên mezin hatin organîzekirin û xwepîşander rêyên serekî yên Bexda û bajarên din yên başûrê Îraqê daxistin.

Ji aliyeke din ve jî hêzên ewlekarî yên Îraqê bi tundî êrîşî wan kesan dikin ku rêyên navbera bajaran daxistine.

Li gor jêderên nûçeyan rêyên navbera piraniya bajarên başûrê Bexdayê hatine daxistin û hêzên ewlekarî jî bi çek û gazên rondikrêj êrîşî ser xwepîşanderan dikin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.