Li Bexdayê 4 kesên din hatin kuştin

îro jî xwepîşandan didome
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên nûçeyan duhê bi şev di çarçoveya berdewamiya xwepîşandanên Îraqê de, xwepîşandaneke gelek berfire hatibû organîzekirin û pevçûn di navbera hêzên ewlekarî û xwepîşanderan de qewmiye.

Jêderên ewlekarî behsa vê yekê dikin ku tirimbîleke bombekirî di nava xwepîşanderan de hatiye teqandin û di encam de 4 xwepîşander hatine kuştin û hijmareke xwepîşanderên din jî birîndar bûne.

Xwepîşanderên Îraqê duhê diyar kiribûn ku roja duşemê dema herî dawiye ya bo aliyên siyasî ya bo lihev kirin li ser berbijêreke serbixwe bo postê Serokwezîriya Îraqê.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.