Xwepîşandanên Libnanê jî rastî tundûtîjiyê hatin

gelek xwepîşander birîndar bûne
کوردستان TV
100%

Duhê di xwepîşandanên Libnanê de ku ev demeke li dijî hikûmeta vê welatî bi awayeke aştiyane dihatin kirin, alozî derketin.

Di xwepîşandana ku li ber dem parlementoya Libnanê de hatibû organîzekirin pevçûn di navbera xwepîşander û hêzên ewlekarî de qewmî û di encam de zêdetir ji 100 kesan birîndar bibûn.

Çapemeniya Libnanê behsa vê yekê dike ku nêzî 30 birîndar li qada xwepîşandanê hatine dermankirin û 45 xwepîşanderên din jî bo derman kirina ji nexweşxaneyê re hatine veguhastin.

Çapemeniya Libnanê behsa vê yê dike ku polîs bo dawî anîn bi xwepîşandana berdem parlementoyê gazê rondikrêj li dijî xwepîşanderan bikar aniye.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.