Ciwanekî Kurd ji aliyê îtlaatê ve hate girtin

hîn jî kes nizane çi bi ser vî hatiye
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên nûçeyan ji Rojhilatê Kurdistanê, beriya çend rojan hêzên îtlaata Îranê li bajarê Xoy ya li Rojhilatê Kurdistanê ciwanekî Kurd bi navê Mihemed Şêxkanlû binçav kirine û bo cîheke nediyar veguhastine.

Jêderên çapemeniyê behsa vê yekê dikin ku îtlaat bêyî ku sedema girtinê ji vê ciwanê Kurd anjî malbata vî re diyar bike, Mihemed Şêxkanlû di nava mala xwe de girtine û bo cîheke nediyar veguhastine.

Hate zanîn ku malbata vî jî gelek hewl daye daku tiştek ji çarenivîsa Mihemed bizanibe lêbelê hêzên îtlaatê ti bersifek nedane malbata vî.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.