Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê Franseyê yê li Hewlêrê Olivier Decottignies kir.
Di civînê de Serok Barzanî û Olivier Decottignies behsa rewşa giştî ya Îraq û deverê, metirsî û astengiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê û aloziyên heyî yên li deverê de kirin.
Olivier Decottignies eşkere kir ku parastina aramiya Kurdistan û Îraqê bo Franseyê giringe û Franse dixwaze şerê dijî DIŞIê bidome.
Giftûgo kirin li ser gefên terorê û dubare bihêz bûna terorîstan li deverê de mijareke din ya vê civînê bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin