Serokê herêmê li gel balyozê Finlandayê civiya

hevkariyên Finlendayê bo hêzên pêşmerge berdewam dibin
نێچیرڤان بارزانی و باڵیۆزی فنله‌ندا
کوردستان TV
100%

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Finlandayê yê li Bexdayê Vesa Häkkinen kir.

Di destpêka civînê de Nêçîrvan Barzanî jiber destbikar kirina Vesa Häkkinen weke balyozê Finlendayê li Bexdayê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî wî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Barzanî herwiha tekez li ser pêşde birina têkiliyên navbera Kurdistanê Finlandayê di her warî de kir.

Di berdewamiya civînê de Vesa Häkkinen  behsa serdana xwe ya bo cem hêzên Finlandî yên li Kurdistanê kir ku di çarçoveya hevpeymaniya dijî DIŞIê de li Kurdistanê ne û diyar kir ku hevkariyên Finlandayê yên bo hêzên pêşmerge di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî de berdewam dibin.

Giftûgo kirin li ser rewşa dawî ya Îraqê, nakokiyên navbera Îran û Amerîkayê, cîhbicîh kirina daxwazên xwepîşanderên Îraqê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, çareser kirina kêşeyên heyî û rewşa abûrî û afirandina derfetên hêlbirînê li Kurdistanê de mijarên din yên vê civînê bûn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.