Her sê Serokatiyên Îraqê civiyan

dibêjin rewşa Îraqê gelek aloze
کوردستان TV
100%

Îro her sê Serokatiyên Îraqê civiyan û behsa çend mijarên rojeva Îraqê kirin.

Di civînê de ku Serokkomar, Serokwezîr û Serokê parlementoya Îraqê amade bûn, giftûgo derbarê rewşa Îraqê, daxwazên xwepîşanderên Îraqê, aloziyên navbera Amerîka û Îranê, çawetiya çareser kirina kêşeyên heyî yên li Îraqê, hewldanên aliyên siyasî yên Îraqê bo kandîd kirina berbijêreke nû bo postê Serokwezîriya Îraqê kirin.

Her sê Serokatî di civînê de eşkere kirine ku lazime bo diyar kirina berbijêrê nû yê Serokwezîriya aliyên siyasî bi liber çav kirina berejwendiyên nîştimanî yên Îraqê û daxwazên xelkê Îraqê lezê bikin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.