Qeter û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin

têkiliyên xwe yên abûrî û bazirganî bihêz dikin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîr û wezîrê derve yê Qeterê civiyan û piştî civînê jî Serokwezîrê Kurdistanê derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro çarşem 15/1/2020 me pêşwaziya Cîgirê Serokwezîr û wezîrê derve yê Qeterê Mihemed bin Ebulrehman Alsanî kir.

Di civînê de me derbarê rewşa Îraq û deverê de giftûgo kir û tekez li ser aram kirina rewşa Îraqê û nehêştina aloziyan li deverê de kir.

Di berdewamiya civînê de me behsa bernameya kabîneya nû ya hikûmeta herêm Kurdistanê kir ku dixwaze giringî bi tevahiya kertan bide û abûriya herêma Kurdistanê pir reng bike û bi rêya asankariyan hêlbirîna navxweyî û biyanî zêdetir bike.

Ji aliyê xwe ve Cîgirê Serokwezîr û wezîrê derve yê Qeterê rêzdariya xwe li hember aramî, ewlekarî û geşe kirina hêrêma Kurdistanê diyar kir û amadebûna welatê xwe jî bo bihêztirkirina têkiliyên navbera her du aliyan bi taybetî di warê bazirganî û abûrî de diyar kir.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.