Serokwezîrê herêma Kurdistanê û şandeke Almanî civiyan

behsa girîngiya hevkariya li gel herêma Kurdistanê kirin
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Almanî civiya û piştî civînê jî li ser pêgeha xwe ya fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

Îro çarşem 15/1/2020 di civînekê de li gel Berpirsê beşê siyasî li wezareta derve ya Almanyayê Phillip Ackerman û şanda pê re, me behsa pêşhatên Îraqê, herêma Kurdistanê û deverê kir û me tekez li ser giringiya domandina hevkarî kirin û hemahengî kirin li gel hikûmeta herêma Kurdistanê bi taybetî li ser mijara rûbirbû bûna terorê û gefên DIŞIê kir.

Di berdewamiya civînê de me balkêşande ser hewldanên herêma Kurdistanê yên boa ram kirina rewşa Îraq û deverê û baştir kirina têkiliyên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta fedral û çareser kirina kêşeyên bingehîn li ser esasê destûra bingehîn.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.