Antî teror û hikûmeta herêmê bersifeke dijwar dan Hesen Nesrulah

dibêje ne hedê teye ku behsa Serok Barzanî bikî
کوردستان TV
100%

Piştî ku qaşo Emîndarê giştî yê çekdarên hizbulaha Libnanê Hesen Nesrulah derbarê kuştina Qasim Silêmanî de, behsa Serok Barzanî kiribû, her yek ji antî terora Kurdistanê û peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê bersifeke dijwar dan Hesen Nesrulah.

Di du daxuyaniyên cuda cuda de her du aliyan behsa vê yekê kiriye ku ev gotinên Nesrulah nîşaneya hebûna kerib û kina wan û mezinên wan li dijî Serok Barzanî û herêma Kurdistanê ye.

Di bersifê de hatiye gotin ku ne hedê Hesen Nesrulaye ku behsa Serok Barzanî yê ku remzê netewa Kurd e bike û ev gotinên han nîşan didin ku daxa şikesta dijwar ya Pirdê hîn jî di dilê wan deye.

Herwiha hetiye nivîsandin ku herêma Kurdistanê hertim spasiya wan aliyan kiriye ku di şerê dijî terorê de hevkariya Kurdistanê kirine lêbelê ev yek Nesrulah û Hizbulah nagire xwe jiber ku helwestên wan yên li hember herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê hertim ji helwestên DIŞIê metirsîdartir bûne.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.