Esper: Amerîka bo danûstandinê amadeye

dibêje Îran li dijî Amerîkayê dest bi liv û tevgerên leşkerî nake
کوردستان TV
100%

Wezîrê berevanî yê Amerîkayê Mark Esper di hevpeyvîneke xwe de ya li gel kanala CBS ya Amerîkayê eşkere kir ku Amerîka texmîn nake ku Îran weke bersifdana kuştina Qasim Silêmanî li dijî Amerîkayê dest bi liv û tevgerên leşkerî bike.

Esper herwiha eşkere kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump amadeye li gel Îranê bêyî merc dest bi danûstandinê bike daku Îran jî bibe weke welatên din yên cîhanê.

Esper anî ziman ku piştî mokir hatina rejîmê li ser xistina balefira Ukraynî, niha rejîma Îranê rastî zextên gelek zêde yên cîhanî û navxweyî bûye.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kir ku Spaha Qudis metirsiya bo ser Rojhilata Navîn û cîhanê bi giştî lêbelê bi kuştina Silêmanî tevahiya pilanên spaha Qudis yên li deverê hatine pûçkirin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.