Xwepîşandanên li Îranê berfiretir dibin

diroşim dijî rejîmê qiriyan
کوردستان TV
100%

Piştî ku roja yekşemê li Tehran û çend bajarên din yên Îranê xwepîşandanên girseyî li dijî rejîma Îranê hatine kirin, şeva derbasbûyî jî dîsa pêla xwepîşandanê berfiretir bû û li piraniya bajarên mezin Îranê xwepîşandan hatin kirin.

Di destpêkê de xwepîşandan ji bo şermezar kirina xistina balefira Ukraynî destpê kiribûn lêbelê di nava çend deqîqeyan de xwepîşandan qolipîn bo xwepîşandanên dijî rejîmê.

Ji bilî Tehran, Isfehan, Hemedan, duhê bi şev jî li bajarên din yên weke Kirmaşan, Sine, Mazinderan û Meşhed jî xwepîşandanên berfire li dijî rejîmê hatin kirin û xwepîşander diroşmeyên dijî rejîmê, Elî Xamneyî û artêşa Îranê qiriyan.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.